Nunerê Îranê yê li vê welatî der kir.
Wezareta derve ya Almanyayê ragihandiye ku, nunerê olî yê Îranê li Almanyayê ku, hevdem Serokê navenda îslamiya Humborgê ye jiber gotinên xwe yên nebaş û liv û tevgerên wî yên derqanûnî ji vê welatî derdike.
Li gor rojnameya Beld ya Almanî nunerê olî yê Îranê û Serokê navenda îslamiya Humborgê Seyid Selman Mûsevîfer yê temen 46 sal jiber liv û tevger û gotinên xwe yên derqanûnî ji aliyê dadgeha Almanyayê ve hatiye cezakirin û lazime di nava 24 seatan de li Almanyayê derkeve û heta 20 salan nikare vegere Almanyayê.
Weke tê zanîn beriya du rojan jî Almanya ragihandibû ku, hewl dide Yekîtiya Ewrûpayê razî bike daku, dorpêçên dijwar bixe ser Îranê û spaha pasdaran û spaha Qudis jî bixe nava lîsteya terorê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin