Kanada dorpêçên nû xiste ser Îranê

dibêje Îran mafên mirovan û azadiyan binpê dike.
کوردستان TV
100%

Ceza û dorpêçên Kanadayê ketin meriyetê.

Wezareta derve ya Kanadayê ragihandiye ku, jiber binpê kirina azadiyan û mafên mirovan ji aliyê rejîma Îranê ve dorpêç û cezayên nû xistiye ser rejîma Îranê.

Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Kanadayê, vê carê Kanada 4 rayedarên rejîmê û çend navend û dezgehên fermî yên ser bi rejîmê xistiye nava lîsteya dorpêç û cezayên nû û ev dorpêç û cezayên nû ketine meriyetê.

Weke tê zanîn jiber nizîkatiyên vê dawiyê yên rejîma Îranê yên li hember xwepîşanderan gelek welatên cîhanê dorpêçn gelek dijwar xistine ser rejîm û rayedarên Îranê.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.