Şandeke Amerîkî serdana wezareta pêşmerge kir

hevkariya navbera pêşmerge û hêzên Amerîkî berdewam dibe.
کوردستان TV
100%

Amerîka piştîvaniya reformên nava hêzên pêşmerge de dike.

Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê, şandeke balyozxaneya Amerîkayê ya li Îraqê yaku, ji paşkoya leşkerî ya balyozxaneya Amerîkayê pêk hatiye, serdana wezareta pêşmerge kiriy û li gel wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl civiyaye.

Di civînê de wezîrê pêşmerge û şanda Amerîkî behsa rêkeftina jihev fêmkirinê ya di navbera wezareta pêşmerge û wezareta berevanî ya Amerîkayê hatiye kirin û ev rêkeftina han bi rêkeftineke gelek girîng hatiye bilêvkirin.

Her di heman civînê de nîqaş li ser reformên nava wezareta pêşmerge, hemahengiyên navbera hêzên Amerîk û hêzên pêşmerge hatiye kirin û şanda Amerîkî tekez li ser piştîvanî kirina reformên nava hêzên pêşmerge de kiriye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.