Serokwezîr û nunera Sekreterê NY civiyan

behsa reformên kabîneya 9an jî hate kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraq û Kurdistanê kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunera taybetî ya Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya nunera taybetî ya Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê birêz Jeannine Hennis-Plaschardt kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê prosesa siyasî û rewşa giştî ya Îraqê ya piştî destbikar bûna hikûmeta nû kir û tekez li ser vê yekê kir ku, lazime tevahiya aliyan piştîvaniya serxistina karnameya hikûmeta nû bikin daku, bikaribe bêyî cudatî xizmeta tevahiya welatiyan û pêkhateyên Îraqê bike û kêşeyên hilwastî yên di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî de li ser esasê destûrê çareser bike.

Reformên kabîneya 9an bi taybetî yên di ware prosesa ava kirina jêrxaneke dîcîtalî li herêma Kurdistanê mijareke din ya civîna me bû.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.