Behsa pêşde birina têkiliyên navbera Rûsye û Kurdistanê kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê birêz Ilbrus Kutrashiv û şandeke pê re kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhatên dawî û guhertinên Îraqê piştî dawî hatin bi qirîza siyasî, pêk anîna hikûmeta nû û herwiha girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê kir.
Pere pêdana têkiliyên du alî û rûbirû bûna kiriyarên terorîstî mijarên din yên civîna me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin