Bi êrîşa raste rast ya çekdarên rejîmê hatiye şehîdkirin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, di çarçoveya xwepîşandanên seraserî yên gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî, duhê bişev dîsa li gelek bajaran, xelk li dijî rejîmê li qadan de bû.
Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî bi heman awayî xelk li dijî rejîmê li qadan de bû û hêzên rejîmê jî êrîşî ser xelkê kirine.
Di encama êrîşên çekdarên rejîmê de bo ser xelkê li Sineyê ciwanekî Kurd yê 15 sal bi navê Komar Deroftade şehîd bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin