Civîna Komkarê li Cezayîrê tê lidarxistin.
Wezareta derve ya Cezayîrê ragihandiye ku, di civîna vê carê ya Komkara Erebî de yaku, li vê welatî tê lidarxistin, bo cara ewil, kaxez nayê bikaranîn.
Wezareta derve ya Cezayîrê diyar kiriye ku, beriya niha jî di civîna wezîrên derve ya welatên endam di komkarê de yaku, li Misirê hatibû lidarxistin kaxez nehatibû bikaranîn û vê carê jî Cezayîr biryar daye ku, di civîna giştî ya Serokên welatên endam di komkarê de kaxez neyê bikaranîn.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, ev biryar bo kêm kirina bikar anîna kaxezê hatiye dayîn jiber ku, di civînê pêştir de di her civînekê de zêdetir ji yek ton û nîv kaxez dihat bikaranîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin