Dibêje li Başûrê Îranê tankera petrolê hatiye destbiserkirin.
Fermandarê hêzên leşkerî yên Îranê li Hurmozganê ragihandiye ku, piştî meheke çavdêriyê hêzên leşkerî yên Îranî karîne di nava avên li Başûrê Îranê de tankereke petrolê ya welateke biyanî destbiser bikin.
Li gor daxuyaniya han di nava tankera petrolê de herî kêm 11 miliyon lître petrol heye.
Heta niha ti welateke biyanî behsa destbiser kirin anjî rawestandina tankerên xwe ji aliyê hêzên Îranî ve nekiriye û ne diyare ev tanker ya kîj welatê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin