Rayedarên rejîma Îranê dest bi reviyanê kir

piraniya rayedarên Îranê ber bi Brîtanyayê ve direvin.
کوردستان TV
100%

Rojane ji balefirxaneya Tehranê direvin.

Nêzî 50 roje li Îranê gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî dest bi raperîna seraserî kirine û rejîm jî rixmî bikar anîna çekên curbicur, çekên giran û tevahiya hêzên xwe lê nikare dawî bi raperînê bîne.

Di vê çarçoveyê de her du ajansên nûçeyan yên cîhanî Express û Foxnews di manşetên xwe de nûçeyeke li ser vê mijarê belav kirine.

Ev her du çavkaniyên han di nûçeyên xwe de diyar kiriye ku, niha rojane li Tehranê 5 geştên asmanî (firîn) bo derveya Îranê têne kirin ku, tevahiya wan taybetin bi rayedarên rejîmê û kesûkarên wan yên ku bo derveya welat direvin.

Ev her du çavkaniyên han diyar kirine ku, piraniya rayedarên rejîma Îranê bo Brîtanyayê direvin.

Ev her du çavkaniyên han zaniyariyên xwe ji rayedarên Brîtanî û balefirxaneyên Brîtanî bidest anîne û zaniyarî jî li ser navên wan belav kirine.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.