Zêdetir ji 250 hezar kesan serdana festîvalê kirine.
Organîzatorên 8mîn festîvala Henar ya li Helebceyê ragihandiye ku, li gor salên derbasbûyî, festîval îsal baştir bûye, bi awayeke serdemiyane hatiye organîzekirin û berhemên zêdetir yên navxweyî jî di festîvalê de beşdar bûne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku, li gor salên derbasbûyî îsal hijmara kesên ku, beşdarî di festîvalê de kriine zêdetir bûye û asta 250 hezar kesan derbas kiriye.
Derbarê dahata festîvalê de jî hatiye diyarkirin ku, dahata îsal ya festîvalê 1 miliyar dînar derbas kiriye.
Weke tê zanîn festîvala Henaran ya Helebceyê her sal li vê bajarê tê lidarxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin