Raperîna seraserî ya Îraniyan dijî rejîma vê welatî berdewame.
Ev zêdetir ji 43 rojane ku, li seraserê vê welatî, gelên Îranê li dijî rejîma vê welatî daketine qadan û raperîna xwe didomînin.
Di vê çarçoveyê de duhê li Sine, Mehabad, Qesrê Şîrîn, Seqiz û çend bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê xwepîşandanên girseyî dijî rejîmê dom kirin.
Li Mehabad û Sineyê hêzên rejîmê bo belave kirina xelkê çekên giran bikar anîn lê xelk qad berneda û li dijî hêzên rejîmê berxwedana xwe domand.
Li Seqiz û Qesrê Şîrîn jî bi heman awayî pevçûn hebûn, çend xwepîşander birîndar bûne û tê gotin ku, çend xwepîşander jî bi destê hêzên rejîmê hatine kuştin.
Weke tê zanîn roja çarşem û pêncşemê li Mehabadê gelek navendên rejîmê yên li vê bajarê ji aliyê xelkê ve hatibûn şewitandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin