Dixwest Taliban bêje Kurdistan tuneye lê Taliban ev negot.
Peyvdarê Talibanê Zebîhulah Mucahêd ku, bo beşdarî kirin di civînekê de serdana Diyarbekirê kiribû û behsa Kurdistanê kiribû, li gel çapemeniya fermî ya rejîma AKPê hevdîtinek pêk anî.
Çapemeniya fermî ya AKPê ya bi pêşengiya Ahaber, gelek hewl da daku, Zebîhulah Mucahêd ji gotinên xwe yên derbarê Kurdistanê de poşman bike, lê nikarîn wî razî bikin.
Çapemeniya rejîma AKPê dixwest ku, Peyvdarê Talibanê bêje tiştek bi navê Kurdistanê tuneye lê Peyvdarê Talibanê ev yek negot û li ser gotinên xwe biîsrar bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin