Îro danê sibê artêşa Îsraîlê êrîş pêk aniye.
Li gor çapemeniya Sûriyeyê, îro pêncşem danê sibê zû, artêşa Îsraîlê çend navçeyên curbicur yên li derdorê Dîmşqê bordiman kiriye.
Çapemeniya Sûrî diyar kiriye ku, sîstema berevaniya Sûrî kariye çend mûşekên Îsraîlî pûç bike.
Li gor jêderên çapemeniyê, di êrîşa îro ya artêşa Îsraîlê de çend navendên leşkerî yên li derdorê Dîmeşqê bi tundî hatine bordimankirin.
Her çend heta niha Îsraîl li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye lê tê gotin ku, êrîş ti zirarên canî li pey nebûye.
Weke tê zanîn ku, ji sala 2022an ve heta niha ev 28mîn care ku, Îsraîl derdorê Dîmeşqê bordiman dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin