Destê wan di kuştina xwepîşanderan de heye.
Wezaretên derve û xezêne ya Amerîkayê daxuyaniyeke hevbeş belav kirine û têde behsa ceza kirina 14 berpirsên din yên rejîma Îranê û 3 navendên curbicur yên vê rejîmê kirine.
Di daxuyaniya hevbeş ya wan her du wezaretên Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, ev her `14 rayedar û 3 dezgehên rejîma Îranê destê wan di kuştina xwepîşanderan û bikar anîna tundî li dijî xwepîşanderan de heye lewre ji aliyê Amerîkayê ve têne cezakirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku, berpirsên girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê, berpirsê girtîgehên Sîstan û Belûçistanê û berpirsê girtîgeha Ewînê ya li Tehranê di nava wan kesan dene ku, ji aliyê Amerîkayê ve têne cezakirin.
di beşeke din ya daxuyaniya hevbeş de tekez li ser berdewamiya Amerîkayê ya bo piştîvanî kirina xwepîşandanan li Îranê hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin