Îro roja lehengiya Sihêlayê ye

dijmin li Sihêlayê jî li hember pêşmerge serê xwe tewand û reviya.
کوردستان TV
100%

Dijmin li Sihêlayê nikarî li ber pêşmerge xwe bigire.

Îro 26ê Cotmehê 5 sal bi ser lehengiya dîrokî ya Sihêlayê re derbas dibe û Sihêlayê jî bû qada duyem yaku, dijmin û dagîrker li hember pêşmerge serê xwe ditewîne û paşde vedikêşe.

Di çarçoveya planên dijmin de yên ku, bi xiyaneta 16ê Cotmehê re destpê kir, dijmin piştî dagîr kirina Kerkûkê xwest berê xwe bide Hewlêrê û Hewlêrê jî dagîr bike, lê li devera Pirdê pêşmerge pişta dijmin bi Serkatiya Îranê şikand û neçar ma paş ve vegere.

Piştî lehengiya Pirdê, di 26ê Cotmehê de jî lehengiya Sihêlayê hat tomarkirin, dijmin ku, dixwest bi girtina Sihêlayê û hin herêmên din Kurdistan dorpêç bike û deriya navbera Başûr û Rojavayê dabixe û rêya bazirganiya Kurdistanê qut bike, dîsa rastî şikesteke mezin han û neçar ma li hember pêşmerge serê xwe bitewîne û paşve bireve.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.