Îro çileya Jîna Emîniye

heta niha zêdetir ji 250 kesan hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Jîna Emînî bûye sembola raperîna xelkê Îranê.

Beriya 40 rojan keçeke Kurd ya xelkê Seqizê bi navê Jîna Emînî dema serdana Tehranê kiribû, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi hinceta ku, serpoşa vê ne li serê vê ye, hatibû girtin û pişt re jî di girtîgehê de hatibû eşkencekirin.

di vê çarçoveyê de îro li bajarê Seqizê jî rixmî zextên rejîma Îranê lê xelkeke gelek zêde ji bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li gel kesatiyên navdar yên Îranî serdana gora Jîna Emînî kirin.

Jîna Emînî ku, bi dijwarî hatibû eşkencekirin, canê xwe ji dest dabû û cenazeya vê jî vegerandin Seqizê û bi merasimeke biheybet bi beşdariya xelkeke gelek zêde hat veşartin.

Piştî veşartinê, li seraserê Îranê xwepîşandanên dijî rejîma Îranê destpê kirin û diroşmeya sereke ya raperînê Jin, Jiyan , Azadiye.

Ji vê rojê heta îro li seraserê Îranê xwepîşandan û serhildan li dijî rejîma Îranê dom dike û di encam de tê gotin ku, zêdetir ji 250 kes hatine kuştin û zêdetir ji 10 hezar kes birîndarin û 4 hezar kes jî hatine girtin.

Her di heman xwepîşandanan de gelek rayedar û endamên hêzên ewlekarî yên rejîmê jî hatin kuştin, bi sedan navendên ewlekarî yên rejîmê û tirimbîlên leşkerî yên rejîmê jî hatin şewitandin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.