Xwepîşandanên li Îranê berdewamin

peyvdarê rejîma Îranê ji zanîngehê hate avêtin û rê nedan gotar pêşkêş bike.
کوردستان TV
100%

Li gelek bajar û bajarokên rejîmê xelk li dijî rejîmê li qadaye.

Xwepîşandan û serhildana xelkê Îranê ya li dijî rejîma Îranê yaku, beriya 38 rojan destpê kiribûn hîn jî berdewamin û êrîş û zextên rejîmê jî li ser xelkê didomin.

Di vê çarçoveyê de, duhê li zanîngeha Xwace Nesîr ya li Tehranê, Mamosteyên Zanîngehê gireva xwe domandin û xwendekarên zanîngehê jî rê nedan peyvdarê hikûmeta Îbrahîm reîsî gotarek pêşkêş bike.

Herwiha duhê li Kirmaşanê jî keçeke din ya ciwan ya Kurd bi destê hêzên rejîma Îranê hate kuştin.

Ji aliyeke din ve li zanîngeha Tehranê jî xwepîşandan di navbera Xwendekarên Besîcî û xwendekarên zanîngehê pevçûnên gelek dijwar qewmîn.

Her çend rejîma Îranê internet li seraserê welat qut kiriye, lê Îranî bi hevkariya kompaniya Alin Musck karîne bi rêya starlînkê înternetê bo xwe dabîn bikin û hev û du ji rewşa heyî ya Îranê agehdar bikin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.