Bo cara ewil li mondiyalê straneke Kurdî tê stirîn

ev stirana Kurdî vê bi 10 zimanên cîhanê were stirîn.
کوردستان TV
100%

Stiranbêj Aras bo vê yekê ji aliyê Qeterê ve hatiye vexwandin.

Bo cara ewil di dîrokê de vê li mondiyala 2022an, stiraneke Kurdî ji aliyê Hunermendekî Kurd ve were stirîn.

Di vê derbarê de Hunermend Aras Fatih Resûl ragihand ku, bo stirîna stiraneke Kurdî di mondiyala 2022an de ji aliyê rayedarên Qeterê ve hatiye vexwandin û niha jî bo vê yekê amadekariyên xwe kiriye.

Aras herwiha diyar kir ku, di dema stirîna stiranê de gelek Hunermend ji welatên din yên cîhanê beşdarin û ev stirana Kurdî vê bi 10 zimanên cîhanê were stirîn.

 

Nûçe Çand û Huner

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.