Dengê HDPê Serokkoarê Tirkiyeyê diyarî dike

dibêje her aliyek dengê HDPê bo xwe misoger bike serkeftin bidest tîne.
کوردستان TV
100%

Dibêje bêyî dengê HDP opozîsyon nikare li Erdogan pêş bikeve.

Navenda Metropol yaku, karê rapirsî û lêkolînan derbarê rêjeya dengên part û aliyên siyasî yên Tirkiyeyê de dike, ragihand ku, li gor encamên rapirsiya xwe ya herî dawî, hevpeymaniya millet, bêyî dengê HDPê nikare pêşiya berbijêrê hevpeymaniya Cumhur bo postê Serokkomariya Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan bikeve.

Li gor daxuyaniya navenda metropol, dengên HDPê bo diyar kirina Serokkomarê nû yê Tirkiyeyê xwedan roleke serekene û her aliyeke siyasî ya Tirkiyeyê bikarêbe li gel HDPê pêk were û dengên HDP bo xwe misoger bike, bêgoman dikare di hilbijartinan de bi taybetî hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyeyê de serkeftin bidest bîne.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.