Roja pêncşemê ev rêkeftin li ser sînorê navbera her du aliyan tê îmzekirin.
Li gor çapemeniya Erebî vê roja pêncşemê 27ê Cotmehê, di navbera Îsraîl û Libnanê de rêkeftineke girîng derbarê sînorên avê yên di navbera her du welatan de were îmzekirin.
Ev rêkeftina han bi hewldan û miyancîgeriya Amerîkayê tê îmzekirin û ev demek bû Îsraîl û Libnan bi çavdêrî û miyancîgeriya Amerîkayê li ser vê mijarê danûstan dikirin.
ev rêkeftina han vê li navçeya Naqûre ya li ser sînorê navbera Îsraîl û Libanê were îmzekirin.
Weke tê zanîn salên derbasbûyî jî di encama rêkeftina Îbrahîm de gelek welatên Erebî têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê normal kiribûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin