Dibêje Tirkiye dixwaze Elnusra weke opozîsyona lîberal nîşan bide.
Nunerê Serokê Rûsyeyê yê bo karûbarên Sûriyeyê Aleksandr Lavrentiev rexneyên tund pêşkêşî Tirkiyeyê kir û ragihand ku, Tirkiye rêkeftina ku, di navbera Rûsye û Tirkiyeyê de derbarê Îdlib, komên cîhadî û deverên bêşer de îmze kiriye, weke xwe cîhbicîh nekiriye û ev yek jî bûye sedema dilgiraniya Rûsyeyê.
Aleksandr Lavrentiev diyar kir ku, Tirkiye li Sûriyeyê berdewame li ser hevkarî kirin û piştîvanî kirina terorê û piştî ku, dît komên cîhadî yên bi navê qaşo artêşa nîştimanî ya Sûriyeyê nikarin tiştek bikin, vê carê dixwaze wan bi destê komeke din ya terorîstî ya bi navê heyet Tehrîr Şam ku, heman elnusreya berê ye, tesifiye bike û Tirkiye hewl dide ku, elnusre weke opozîsyona lîberal ya Sûrî nîşan bide, lê her kes dizane ku, ev koma han komeke terorîstiye û lazime were jinavbirin.
Nav hatî diyar kiriye ku, ev hewlên Tirkiyeyê metirsiyeke mezinin bo ser yekîtiya axa Sûriyeyê û lazime HSD û rejîma Sûriyeyê jî diyaloga navbera xwe berfiretir bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin