Êrîşî ser navendeke Amerîkî hate kirin

navenda leşkerî ya Omer hevdem rafîneyeke mezin ya petrolê ye.
کوردستان TV
100%

 

Li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê de ev êrîş pêk hatiye.

Li gor ajansa nûçeyan ya Sûrî ( SANA) duhê direngiya şevê, bi mûşekan êrîşî ser navendeke leşkerî ya Amerîkayê ya li Sûriyeyê hatiye kirin.

Çapemeniya rejîma Sûrî belav kiriye ku, duhê direngiya şevê bi 4 mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Amerîkî ya Omer a li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê de hatiye kirin û heta niha derbarê zirarên êrîşê de zaniyarî nehatine bidestxistin.

Ji aliyeke din ve heta niha Amerîka jî derbarê êrîşa han de ti daxuyanî nedaye.

weke tê zanîn ev navenda han ji bilî ku, navendeke leşkeriye, hevdem rafîneyeke mezin ya petrolê li herêmê ye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.