Mewlevî Ebdulhemîd: Xamneyî qatile

dibêje berpirsê yekem yê komkujiya han Xamneyiye.
کوردستان TV
100%

Dibêje berpirsê yekem yê komkujiya Zahêdanê Xamneyiye.

Kesatî û îmamê naskirî yê suneyan û meleyê Zahêdanê, Mewlevî Ebdulhemîd duhê di gotara xwe ya înê ya li Zahêdanê de ragihand ku, Xamneyê berpirsê yekem yê komkujiya Zahêdanê ne.

Mewlevî Ebdulhemîd ku, hevdem navdarekî girîng ya Belûçane li Îranê, duhê di gotara xwe ya nimêja înê ya li Zahêdanê de, behsa komkujiya 15 roj beriya niha ya li Zahêdanê kir û ragihand ku, rejîm, hêzên rejîmê û heta Xamneyî bo xwe jî direv dikin û dibêjin nimêjkeran biçek êrîşî ser hêzên rejîmê kirine, ka eger raste nijmêjkeran bi çek êrîşî ser hêzên rejîmê kirine, bila rejîm bêje çend çekdarên rejîmê hatine kuştin? Ti çekdareke rejîmê nehatiye kuştin, lê Xamneyî, rejîm û hêzên rejîmê bo veşartina rastiyan direvan dikin û dixwazên tawana komkujiya mezin ya Belûçan bixin stûyê xelkê Zahêdanê.

Ebdulhemîd herwiha eşkere kir ku, qatil û bikujê yekem yê Belûçan Rêberê Îranê Elî Xamneyiye.

Weke tê zanîn beriya 15 rojan li Belûçistanê bi taybetî li bajarê Zahêdanê, hêzên rejîmê êrîşî ser nimêjkeran kiribûn û di encama êrîşê de herî kêm 95 kesên medenî hatibûn kuştin û zêdetir ji 300 kesên din jî birîndar bibûn.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.