Dronên Îranî jî Rûsye rizgar nakin

dibêje xelk û artêşa Ukraynayê gelek bi asanî wan dronan dixin erdê.
کوردستان TV
100%

Di nava çend rojan de 233 dronên Îranî hatine xistin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku, Rûsye berdewame li ser bikar anîna dronên Îranî li dijî Ukraynayê lê dronên Îranî jî nikarin Rûsyeyê ji şikesta ku, xwariye rizgara bikin.

Volodymyr Zelenskyy diyar kiriye ku, artêşa Ukraynayê gelek bi asanî dironên Îranî yên ku, ji aliyê Rûsyeyê ve têne bikar anîn dixe erdê û li Kieva paytext bi çekên sivêk polîs û xelkê medenî jî dronên Îranî dixin erdê.

Nav hatî diyar kiriye ku, di kêmtir ji mehekê de artêş û xelkê Ukraynayê kariye bi giştî 233 dronên întîharî yên Îranî bixin erdê.

Ji aliyeke din ve duhê jî civata ewlekarî ya NY li dijî dronên Îranî civînek lidar xistibû û vê biryarek li dijî Îran, dronên Îranî û Rûsyeyê jî di rojên pêşiya me de derbike.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.