Dijî Îranê daxwazek radestî FÎFA yê hatiye kirin

dibêjin nabe federasiyona Îranê di cama cîhanî ya Qeterê de amade be.
کوردستان TV
100%

Daxwaz tê kirin ku Îran ji FÎFA yê were derxistin.

Hijmareke kesatiyên werzişî, welatên cîhanê û kesatiyên navdar yên cîhanî îro daxwazeke fermî radestî federasiyona cîhanî ya fotbolê kirine.

Daxwaza han li dijî rejîma Îranê ye û di daxwaznameyê de hatiye diyarkirin ku, lazime FÎFA weke piştîvanî kirin ji xwepîşandanên xelkê Îranê li dijî rejîma vê welatî û herwiha weke bersifdaneke tundûtîjiyên rejîmê yên li dijî xelkê Îranê, lazime federasiyona werzişî ya Îranê ji FÎFAyê were derxistin û beşdarî kirina Îranê di kupeya cîhanî ya 2022an ya Qeterê were derxistin.

Heta niha FÎFA bersifeke fermî nedaye vê daxwaza han.

 

 

Rojhilata navîn Spor Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.