Tankên dijminan li vê sînorê li ser destên pêşmerge hatin şewitandin.
Îro 20ê Cotmeha 2022an 5 mîn salvegera lehengiya dîrokî ya Pirdêye.
Piştî xiyaneta 10ê Cotmeha 2017an û dagîr kirina Kerkûk û derdorê ji aliyê neyaran ve, dijmin dixwest berê xwe bide Hewlêr û deverên din yên Kurdistanê, lê li Pirdê neyar rastî berxwedaneke bêhempa ya hêzên pêşmerge hatin.
Di berbanga sibê ya roja 20ê Cotmeha 2017an de, spaha Pasdaran, çekdarên heşda şebî û artêşa Îraqê bi dijwarî dest bi topbaran kirina çeperên pêşmerge kirin.
Pişt re di seat 8ê sibê de jî bi çavrastiya anî terora YNKê ev hêzên han dest bi êrîşeke bejahî li dijî pêşmerge kirin û di êrîşê de tankên taybet yên Amerîkî yên ku, bo şerê terorê dabû artêşa Îraqê, hatin bikaranîn.
Li Pirdê ne tenê hêzên pêşmerge yên PDK belku, çend aliyên din yên Kurdistanî jî beşdar bûn.
Di êrîşa han de tankên herî metirsîdar yên cîhanê Abrahamz ku, buhayê her yek ji wan 6 miliyon dolar bû, ketin tevgerê li dijî pêşmerge, lê hêzên pêşmerge ev tankên han şewitandin û dijmin jî gelek tirsa û rastî şikesteke mezin han û dest bi paşekeşiyê kir.
Heman roj li devera Sihêlayê jî pêşmerge lehengiyeke bêhema li dijî dijminan nîşan da.
Di wan lehengiyan de herî kêm 150 leşkerên dijmin hatin kuştin û dijmin seat 4ê êwarê neçar bû ragehîne ku, êrîş kirin rawestaye, êrîş hatin rawestandin daku, dijmin kuştiyên xwe vekêşe, ku, têde nêzî 40 ji wan Efser û Fermandarên spaha pasdaran bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin