Mijara civînê Îran û dronên Îraniye.
Li gor çapemeniya cîhanî, vê îro çarşem 19ê Cotmehê, civata ewlekarî ya Netewên Yekgirtî civîneke daxistî lidar bixe.
Di civînê de ku, li ser daxwaza Amerîka, Franse û Brîtanyayê tê lidarxistin, vê nîqaş li ser çek û dronên Îranî yên ku, bo Rûsyeyê hatine şandin û Rûsye wan li dijî Ukraynayê bikar tîne, werin werekirin.
Di civînê de vê biryar were dayîn ku, Îran biryarên NY binpê dike û herwiha tê payîn ku, biryara ceza kirina Îranê jî were dayîn.
Ji aliyeke din ve duhê jî rayedarên Ukraynî daxwaz ji NY kiribû daku, şandeke pspor bo lêkolîn kirin li ser çekên ku, Rûsye li dijî Ukraynayê bikar tîne bişîne vê welatî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin