Îraq: Heta niha me 150 berpirsên DIŞIê kuştine

piraniya wan berpirsên terorîstan li deverên sînorî hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Dibêje di nava 10 mehan de li seraserê Îraqê hatine kuştin.

Fermandariya operasiyonên hevbeş ya Îraqê ragihand ku, şer û operasiyonên wan yên li dijî terorîstên DIŞIê li deverên curbicur yên Îraqê berdewamin.

Li gor daxuyaniya han, ji destpêka sala 2022an ve heta îro li deverên curbicur yên Îraqê bi giştî 150 berpirsên mezin yên terorîstên DIŞIê di encama êrîş û operasiyonên artêşa Îraqê de hatine kuştin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, piraniya wan berpirsên han li deverên sînorî yên di navbera Sûriye û Îraqê de hatine kuştin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.