Îro li Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê Mark Bryson Richardson civiya.
Di civînekê de giftûgo li ser pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê, hilbijartina Serokkomar û erkdarkirina Serokwezîr ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqa Federal hate kirin.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî careka din tekîd kir ku gelek girînge hikûmeta nû ya Iraqê karên xwe yên pêşîne destnîşan bike û xizmetgûzarî û derferên karî pêşkêş bike, derfet jî heye hindek ji pirsgirêkên welat çareser bike, û herwesa aliyên Iraqê li ser berjewendiyên bala yên welatî divê bi awayekî stratejîk hizir bikin û bi hev ra ji bona çareserkirina pirsgirêkan û vegerandin û parastina seqamgîriyê kar bikin.
Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê mijareka din ya civînê bû ku têda tekîd li ser girîngiya parastina yekrêziya navbera alî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê hate kirin. Her du alî hevhizir bûn ku di warê demokrasiyê da welatên dost û civaka navdewletî ji nêzîk ve cavdêriya Iraq û Herêma Kurdistanê dikin û çaverêne ku astengî û arîşeyên li pêşiya hilbijatinan çareser bikin.
Têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Brîtanyayê û derfetên berfirehkirina hevkariyên hevbeşên navbera wan da û bi taybetî di warê kar û berhemanînê da, têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û herêmî û rewşa herêmî bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn ku birêz Konsolê Giştiyê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê têda amade bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin