Li Rûsyeyê 13 kesan canê xwe ji dest dan

17 kes jî di encama bûyerê de birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Balefireke Rûsî ketiye erdê.

Li gor çapemeniya Rûsyî duhê bişev li bajarê Yeysk ya li herêma Krasnodar ketiye erdê.

Her çend heta niha sedema ketina balefir nehatiye diyarkirin lê tê gotin ku, di encama bûyera han de herî kêm 13 kesan canê xwe ji dest dane û 17 kesên din jî birîndar bûne.

Çapemeniya Rûsî diyar kiriye ku, ev balefira han duhê bişev dema ji balefirxaneyê rabûye, yek ji matorên vê agir girtiye û balefir jî xwe bi bînayekê de daye û depoya sûtemenî ya balefire jî agir girtiye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.