Di civînê de behsa hilbijartinên herêma Kurdistanê jî hate kirin.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê birêz Mark Bryson Richardson kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê, prosesa siyasî û hewldanên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kir.
Em her du alî li ser girîngiya parastina asayîş, aramiya Îraqê û herêma Kurdistanê hemfikir bûn û tekez jî li ser vê yekê kir ku, niha derfeteke nû derketiye bo ava kiirna hikûmetek ku, karê herî girîng ya vê xizmet kirina tevahiya pêkhateyên Îraqê bêyî cudatî û çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî be li ser esasê pêbend bûn bi destûr û naveroka wan rêkeftinên ku, bo ava kirina hikûmetê di navbera aliyan de hatine îmzekirin bi taybetî rêz girtin ji prensîbên hevbeşiya rastîn, hevsengî û lihevkirin.
Di beşeke din ji civînê de me giftûgo derbarê girîngiya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê kir û tekez li ser pêdiviya hilbijartinan di demeke nêz û goncaw de kir û bo vê yekê jî me balkêşande ser amadebûna dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê bo pêşkêş kirina hevkarî û karasaniyan.
Di mijareke din ya civînê de me nîqaş li ser prosesa bi bazar kirin û henarde kirina berhemên navxweyî yên herêma Kurdistanê bo bazarên derve kir ku, di pêşerojeke nêz de destpê dike û beşek ji bernameya kabîneya 9an di ware girîngî dan bi kerta çandiniyê û berhemên navxweyî û piştîvanî kirin ji Cotkarên Kurdistanê ye. Di vê warî de me spasiya hevkarî û hemahengiyên birêz David Hunt Konsulusê giştî yê Brîtanyayê li herêma Kurdistanê de kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin