Behsa rewşa Îraqê kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mike Bryson kir.
Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê David Hunt jî têde beşdar bû, giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên siyasî yên piştî prosesa hilbijartina Serokkomarê Îraqê hate kirin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, lazime pêngavên ava kirina hikûmeta nû li gor encamên hilbijartinan bin û lazime bernameya ku, aliyên siyasî li ser lihev kiribûn were cîhbicîhkirin û lazime ev programa han weke nexşe rêyek be ku, prosesa siyasiya Îraqê ber bi aramiyê ve bibe.
Her di heman civînê de Serok Barzanî balkêşande ser girîngiya rola jinan û bihêztir kirina rola jinan û anî ziman ku, partiya demorkata Kurdistanê pêşengê pêgehandina jinên çalak bûye û bo pêşde birina civakê hertim roleke girîng bi jinan daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin