Du bira û xuşikek ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine revandin.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, roja pêncşema hefteya derbasbûyî, hêzên îtlaatê yên rejîma Îranê, li bajarê Sineyê du bira û xuşikek li bajarê Sineyê revandine.
Hengawê diyar kiriye ku, rixmî hewldanan heta niha nayê zanîn ku, ev her sê endamên malbetekê li kûderê ne û çarenivîsa wan çiye?
Navên wan revandiyên Kurd Rada, Wiriya û Ramîn Fetihiye.
Hengawê herwiha diyar kiriye ku, di nava meha derbasbûyî de ku, li Îranê xwepîşandan hene, herî kêm 500 welatiyên Kurd tenê li Sineyê hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin