Konsulusê Rûsyeyê dibêje hewl didim têkiliyên heyî bihêztir bikin.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Rûsyeyê yê li Hewlêrê Maxim Rubin kir.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî Maxim Rubin kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest û piştîvaniya xwe jî bo cîhbicîh kirina pîwerdariya wî diyar kir û balkêşande ser xwesteka herêma Kurdistanê bo pêşde birina têkiliyan li gel Rûsyeyê.
Li hember de jî Konsulusê nû yê Rûsyeyê yê li Hewlêrê Maxim Rubin kêfxweşiya xwe bo destbikar bûna xwe weke Konsulusê welatê xwe li Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, hewl dide daku, têkiliyên navbera Rûsye û Kurdistanê bihêztir bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin