Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û kiryarên wê yên li herêmên dagirkirî di çarçoveya sûcên şer de ne û bang li welatan kir ku welatiyên xwe ji kampa Holê bigirin.
Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora Sûriyeyê ya ku xwe dispêre lêpirsînên li herêmê û serdema 1’ê Çileyê – 30’ê Hezîrana 2022’yan beriya Rûniştinên Mafên Mirovan a 51’emîn NYʹyê eşkere kir.
Serokê Komîsyona Lêpirsînê Paulo Pinheiro û edamên komîsyonê Hann Magally û Lznn Welcham civîneke çapemeniyê li dar xist.
Serokê Komîsyona Lêpirsînê Paulo Pinheiro diyar kir ku Sûriye nikare şerekî nû hilgire û der barê raporê de nirxandin kir û got; “Sûriye nikare şerekî berfirehtir hilgire, lê dibe ku welat ber bi vê rewşê ve biçe.”
Paulo Pinheiro diyar kir li Sûriyê binpêkirinên mafên mirovan û alozî zêdetir bûye û bal kişand ser gef û êrişên ku Tirkiye li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Li raporê de tê gotin ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê sûcê şer têne kirin û wiha tê gotin: “Sivîlên tên îdîakirin têkiliya wan bi hêzên Kurd û Rêveberiya Xweser re hene, bi awayekî kêfî tên binçavkirin, îşkence li wan tê kirin û hinek jê piştî ku tên binçavkirin tên windakirin. Aqûbeta hinek kesan jî nayê zanîn. Jinên tên binçavkirin û girtin jî êrişên zayendî li ser wan tê kirin.”
Her wiha tê gotin ku artêşa Tirk milkiyetên taybet desteser dike. Di raporê de hate diyarkirin ku li qadên di bin kontrola Tirkiyê de eger binpêkirinên mafan were kirin, berpirsê vê Tirkiye ye û ev tişt hate gotin: “Artêşa Tirk û çekdarên wê ji bo armancên xwe yên leşkerî milkên sivîlan bi kar tînin. Wekî mînak ji 2020’î ve tê astengkirin ku şêniyên Kurd ên gundê Dawûdiyê yê herêma Serêkaniyê vegerin warên xwe, mala gelek kesên ji wan hate hilweşandin. Artêşa Tirk milkiyeta taybet desteser dike û mafê tazmînatê yê gundiyan tune dihesibîne, ev jî tê wateya ku binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî.”
Di raporê de qala êrişa di 8’ê Çileya 2022’yan de ya li Kobanê ku kesekî jiyana xwe dest da û 12 jî birîndar bûn hate kirin. NY’yê diyar kir ku ji bo ku mirov bibêje ev êriş di çarçoveya sûcê şer de ye sedemên maqûl hene.
Di raporê de qala êrişên ku Tirkiye bi dronên biçek dike jî hate kirin û hate gotin di van êrişan de kesên sivîl dibin hedef.
Neteweyên Yekbûyî (NY) careke din bang li welatan kir ku welatiyên xwe ji kampa Holê bigirin.
Ev rapor wê di 22’yê Îlonê de li Ofîsa Cenêvê NY’yê wê pêşkêşî Rûniştinên Mafên Mirovan a 51’emîn were kirin.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin