Duhê bişev jî li zêdetir ji 120 bajarên Îranê xwepîşandanên mezin hebûn.
Ev nêzî mehekê ye ku, li Îranê xwepîşandanên ku, jiber kuştina keça Kurd Jîna Emînî destpê kiribûn, vegeriyane xwepîşandanên dijî rejîmê û didomin.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê bişev li zêdetir ji 120 bajarên mezin yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepîşandanên dijî rejîmê berdewam bûne û pevçûnên dijwar di navbera xelkê û hêzên rejîmê de jî çê bûne.
Ji aliyeke din ve duhê bişev piştî şerê navbera girtiyên siyasî yên girtîgeha Evînê û gardiyenan, girtî agir bi girtîgehê berdan û şer û pevçûn qewmî û heta niha zaniyariyên hûr derbarê encamên pevçûnan de nehatine belavkirin.
Ji aliyeke din ve jêderên hayedar behsa vê yekê dikin ku, her duhê bişev li Tehranê 5 teqînên gelek mezin jî çê bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin