Di destpêkê de li Zaxo û Hewlêrê têne çêkirin.
Serokê komîteya hêlbirînê ya Kurdistanê Mihemed Şukurî ragihand ku, piştî biryara hikûmetê ya bo çê kirina 20 hezar xaniyan bo kesên hejar li seraserê Kurdistanê, niha rezamendiya Serokwezîr bo destpê kirina pêvajoya çê kirina xaniyan hatiye wergirtin.
Mihemed Şukurî herwiha diyar kir ku, vê yekem car pêvajoya ava kirinê li Zaxo û Hewlêrê destpê bike û pişt re jî li Dihuk, Silêmanî û deverên din yên Kurdistanê pêvajoya han bidome.
Weke tê zanîn hikûmeta beriya niha biryara çê kirina 20 hezar xaniyan bo kesên hejar dabû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin