Çend leşkerên Tirkiyeyê jî hatine kuştin.
Li gor jêderên ji deverê, ev du roje şer û pevçûn li Efrîn û derdorê berdewame.
Şer di encama êrîşên koma cîhadî ya Tehrîr Şam ya bo ser komên din yên cîhadî yên Tirkiyeyê destpê kiriye.
Di encama şerê han de koma Tehrîr Şam dest daniye ser navenda Efrîn û navçeyên ser bi Efrîn û niha jî berê xwe daye devera Ezaz û Babê.
Jêder behsa vê yekê dikin ku, di encama şer û pevçûnan de çend gule top jî ketine nava navendeke leşkerî ya Tirkiyeyê û çend leşkerên Tirk jî hatine kuştin û çend leşkerên din jîb irîndar bûne.
Heta niha artêşa Tirkiyeyê li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin