Kurdistan û NY hemahengî û hevkariya xwe zêdetir dikin

plana mafên mirovan ya Kurdistanê bigirîng hate nirxandin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel rayedarekî NY civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê navenda rûbirû bûna madeyên hişber ya ser bi NY civiya û piştî civînê jî Mesrûr Barzanî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya birêveberê nivîsîngeha Netewên Yekgirtî ya taybet bi madeyên hişber û tawan (UNODC) li Îraqê birêz Elî Faroq Elberîr kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pere pêdana hevkarî û hemahengiya navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û NY kir bi taybetî bo rûbirû bûna tawanên organîzekir, madeyên hişber û bazirganî kirin bi mirovan.

Di mijareke din ya civînê de hebûna plana herêma Kurdistanê ya bo mafên mirovan yaku, beşeke ji reformên kabîneya 9an di ware bihêz kirina bingehên azadî, demokrasî û parastina mafên mirovan de, bilind hate nirxandin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.