Îro parlementoya Îraqê dengdan bo hilbijartina Serokkomar kir.
Îro parlementoya Îraqê civiya û di civînê de ku, 282 parlementer amadebûn, dengdan li ser hilbijartina Serokkomarê nû yê Îraqê hate kirin.
Di encama dengdanê de letîf Reşîd ku, ji aliyê partiya demorkata Kurdistanê ve jî dihat piştîvanîkirin, weke Serokkomarê nû yê Îraqê hate hilbijartin.
Letîf Reşîd ku, rikeberê bihêz yê berbijêrê YNK Berhem Salih bû, di 10 Tebaxa 1944an de li Silêmanî ji dayik bûye, nav hatî pileya doktorayê mekanîkê ji zanîngeha Engineering bi dest aniye.
Demeke dirêj di nava rêzên YNK de xebat kiriye û di nava hikûmetên berê yê Îraqê de jî pileyê wezîrî wergirtiye.
Nav hatî sala 1992an jî weke endamê konseya Îraqê hatiye hilbijartin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin