Pirtûkeke nû derbarê Barzanî û PDKê de tê çap kirin

ev pirtûk ji 720 rûpelan pêk hatiye.
کوردستان TV
100%

Navê pirtûkê Partî û Barzanî di erşîva rojnameya Jîna ya Silêmanî de ye.

Nivîskar Serdar Qirgeyî di daxuyaniyeke taybetî de bo Kurdistantv ragihand ku, ev demeke dirêj bû ku, di nava erşîva nivîskarên navdar yên Kurd û erşîvên rojnameyên kevin yên Kurdistanê de li pey kom kirina belge û zaniyariyên hûr û kûr derbarê Barzanî û PDKê de bûye.

Serdar Qirgeyî diyar kir ku, di encama çend salan lêgerîn û lêkolînan de kariye hijmareke gelek zêde belage di erşîva rojnameya Jîna ya Silêmanî de kom bike û dixwaze wan belgeyan di rojên pêş de weke pirtûkek çap û belav bike.

Belgeyên han taybetin bi beriya 63 salan yên derbarê PDK û Barzanî de, ev pirtûka han jî vê ji 720 rûpelan pêk were.

Di nava heman pirtûkê de çend nameyên taybetî yên Mele Mistefa Barzanî û PDKê jî hene ku, bo aliyên din bi taybetî Ebdulkerîm Qasim hatine nivîsandin.

Herwiha çend belge û dokomêntên taybet û curbicur yên derbarê kiriyara terorîstî ya sala 1971an ya ku, li dijî Barzaniyê nemir hatibû pêkanîn, di nava pirtûkê de têne weşandin.

 

 

 

Nûçe Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.