Hêzên rejîmê reviyan û xelk li pey wan ket.
Xwepîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewamin û rewş her diçe aloztir dibe.
Duhê bişev li bajarê Seqiz, Sine, Merîwan û çend bajarên din y ên Rojhilatê Kurdistanê jî xwepîşandan dom kir û hêzên rejîmê jî êrîşên xwe yên bo ser xelkê berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de rejîma Îranê hêzeke gelek zêde şandiye bajarên Kurdistanê û duhê bişev li Seqizê xelk hêzên rejîmê berdbaran kir û hêzên rejîmê jî bi neçarî ji deverê reviyan û xelk jî li pey wan ket.
Herwiha li Sineyê hîn jî pevçûnên dijwar berdewamin û rejîm çekên giran û hêzên zêde bo vê bajarê veguhastiye.
Ji aliyeke din ve li Ehwaz, Zahêdan, Tehran û çend bajarên din jî rejîm bi şevan nikare li hember xelkê ber xwe bide ev bajar û gelek bajarên din bişev di destê xelkê dene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin