Belgeyên artêş û hêzên rejîma Îranê hatine dizîn

dibêje di rojên pêşiya me de emê gelek belgeyên girîng belav bikin.
کوردستان TV
100%

Koma hacker ya bi navê Anonymous operations ev belgeyên han dizîne.

Xwepîşandan û aloziyên navxweyî yên li dijî rejîma Îranê berdewamin û duhê sêşem komeke hacker ya bi navê Anonymous operations ragihand ku, di operasiyoneke nû de kariye zêdetir ji 60 malperên ser bi rejîma Îranê û hêzên rejîmê hack bike.

Ev koma han herwiha nameyek ji hêzên çekdar û ewlekarî yên rejîmê re şandiye û tê de nivîsandiye: Gelek belgeyên dizî, gendelî û fesadê yên berpirsên hêzên çekdar yên Îranê û rayedarên rejîmê bidest xistine û di demeke nêz de tevahiya wan bo raya giştî eşkere bikin.

Ev koma han piştîvaniya xwe û xelkê Îranê li dijî rejîmê diyar kiriye û daxwaz ji hêzên çekdar yên rejîmê jî kiriye daku, êrîşî ser xelkê Îranê yê ku, bo azadiya xwe têkoşînê dike şer nekin belku, li dijî rejîma fasid, diz û dîktator ya Îranê şer bikin.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.