Vê giftûgo li ser êrîşên Îranê yên bo ser herêma Kurdistanê bike.
Wezareta derve ya Îraqê ragihandiye ku, duhê wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên di civîna xwe ya li gel endamên komîsyona têkiliyên derve ya parlementoya Îraqê ragihandiye ku, vê şandeke Îraqî di wan rojan de serdana Îranê bike.
Husên herwiha eşkere kiriye ku, armanc ji serdana vê şanda han, giftûgo kirin li ser êrîşên Îranê yên bo ser deverên curbicur yên herêma Kurdistanê ye.
Husên eşkere kiriye ku, êdî tenê şermezar kirina êrîşan ne bese û lazime civaka cîhanî jî di vê warî de gavên pratîkî bavêje.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin