Serokwezîr li gel balyozê Franseyê civiya.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozê Franseyê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Franseyê yê li Îraqê birêz Eric Chovalier kir.
Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Franseyê yê li herêma Kurdistanê birêz Olivier Dicotini jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Franseyê û pêşhat û geşesendinên dawî yê rewşa siyasiya Îraqê û hewlên derbas kirina qirîza siyasî û ava kirina hikûmeta Îraqê kir.
Di beşeke din ya civînê taybet bû bi girîngiya parastina ewlekarî û aramiya deverê û çareser kirina kêşeyan bi rêya diyalog û jihev fêm kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin