Serokwezîr li gel balyozê Almanyayê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Almanyayê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Almanyayê yê li Îraqê birêz Martin Yeger kir.
Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê nû yê Almanyayê yê li Hewlêrê birêz Klaus Straicher jî têde beşdar bû, me jiber destbikar kirina wî, pîrozbayî li Klaus Straicher û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Me balkêşande ser têkiliyên dostane yên di navbera herêma Kurdistan û Almanyayê û spasiya hevkarî û piştîvaniyên hikûmeta Almanyayê yên bo herêma Kurdistanê kir.
Balyozê Almanyayê xwesteke welatê xwe bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê û domandina hevkariyên bo hêzên pêşmerge diyar kir.
Di mijareke din ya civînê de, me nêrînên xwe derbarê rewşa giştî ya Îraq, hevlên ava kirina hikûmeta nû diyar kirin û di vê derbarê de jî me tekez li ser girîngiya rêz girtin ji prensîbên beşdariya rastîn ya herêma Kurdistanê di biryara siyasî ya Îraqê de, hevsengî û lihev hatinê kir.
Aloziyên deverê û girîngiya aramiya rewşa deverê bi giştî mijarên din yên civîna me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin