Dibêje demeke gelek kêm li berdem aliyên siyasî de maye.
Nunera Netewên Yekgritî ya li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di peyameke xwe de yaku, derbarê derbasbûna yek sal bi ser hilbijartinên Îraqê û rewşa aloz ya Îraqê de weşandiye huşdarî daye aliyên siyasî yên Îraqê û gotiye ku, demeke gelek kêm li berdem aliyên siyasî yên Îraqê de maye.
Jeanine Hennis-Plasschaert daye zanîn ku, aliyên siyasî yên Îraqê heta niha ti sozeke xwe bicîh neanîne û lazime bilez lihev werin û çareseriyek ji rewşa aloz ya welat re bibînin jiber ku, demeke gelek kêm li berdem wan de maye.
Nav hatî diyar kiriye ku, salek bi ser hilbijartinên Îraqê re derbas dibin ku, têde xelk bi coşeke mezin bo ava kirina pêşeroja xwe çûne ser sendoqan, lê heta niha aliyên siyasî tiştek nekirine û daxwazên xelkê bicîh ne anîne, lewre lazime aliyên siyasî li xwe werin û tiştek bikin beruvajî qirîza heyî vê berfiretir bibe û bibe qirîzeke mayinde li Îraqê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin