Amerîka û Brîtanya tetbîqatek lidar xistin

armanc ji tetbîqata han yekxistina hêz û xwe amadekirine bo rûbirû bûna gefên Îranê.
کوردستان TV
100%

Tetbîqat duhê li Kendavê destpê kiriye.

Li gor zaniyariyên berdest, artêşa Amerîka û Brîtanyayê li Kendava Erebî, duhê înê dest bi tetbîqateke hevbeş ya leşkerî kirine.

Di tetbîqata han de tenê dronên çavdêriyê û dronên êrîş kirinê beşdarin û armanc ji tetbîqata han yekxistina hêza berevanî û êrîş kirinê ya wan du welatane bo rûbirû bûna gef û metirsiyên Îranê.

Zaniyariyên zêdetir derbarê tetbîqata han de nehatine weşandin tenê tê gotin ku, hinek ji dronên beşdar di tetbîqatê de ev droning ku, beriya niha Îraq hewl dabû dest deyne ser 2 ji wan.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.