Kanada: Spaha Pasdaran tevgereke terorîstiye

10 hezar berpirs û endamên spaha pasdaran jî nikarin serdana Kanadayê bikin.
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Kanadayê biryarek li ser vê yekê daye.

Li gor çapemeniya cîhanî, hikûmeta Kanadayê di daxuyaniya xwe ya dawî de berbarê rewşa Îranê de navê spaha Pasdaran ya Îranê xistiye nava lîsteya terorê û ragihandiye ku, spaha Pasdaran tevgereke terorîstî ya metirsîdare.

Hikûmeta Kanadayê herwiha ragihandiye ku, qedexeye 10 hezar berpirs û endamên vê tevgerê serdana Kanadayê bikin.

Di daxuyaniya hikûmeta Kanadayê de hatiye diyarkirin vê Kadana dorpêçên gelek tund, berfire û dijwar jî bi ser rejîma Îranê de bisepîne.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.