Peyameke pîrozbayî pêşkêşî misilmanan kir.
Bi boneya mewlûdê (ji dayk bûna hz Muhemed) Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî naveroka peyamê ye;
Bi boneya roja ji daykbûna Peyxemberê îslam hezretê Mihemed (silavên xwedê li ser wî bin) gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.
Ji xwedê dilovan daxwaz dikim, ev boneya han ya pîroz, bibe handerek bo pêşdebirina nirxên bilind û însanî yên ola îslamê û bihêztir kirina çanda tebayî, lêbûrîn û bihevre jiyana aştiyane di navbera gelên cîhanê de.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin